Îran bi krîzên aboriyê, protesto û êrişan diheje

Ji bo Îranê rojên bê gelekî krîtîk in: Ya wê bi rêveberiyeke tund xwe komî ser hev bike, ya wê ji navxweyî biteqe, yan jî wê bi zexta derve rejîm bê guhertin. Rîsk mezin e ku şer li ser pêla koçberiyê, krîza petrolê û şerê wekîltiyê belav bibe.

ÊRIŞA LI SER ÎRANÊ

Li Îranê serdemek bi dawî bû. Di serdema nû de wê çi biqewime, ew ne diyar e. Îran welatekî Rojhilata Navîn e ku bûyerên lê diqewimin nabe ku ji hev cuda bêne nirxandin. Navenda şer e. Di vê dosya xwe de em ê balê bikişînin ser dîroka nêz a Îranê.

DÎROKA KURT A ÎRANÊ

Dîroka tê zanîn a Îranê digihêje heta dema antîk û ev pêvajo jî ji Şaristaniya Elam (Beriya Zzayinê 3200-539) destpê dike. Piştî jî Med (Beriya Zayinê 658-549) li platoya Îranê yekîtiya siyasî pêk tîne. Împaratoriya Ahamenîş (Beriya Zayinê 550-330) ji aliyê Kiros ê II. (Kiros ê Mezin) ve tê avakirin û weke yekemîn împaratoriya cîhanê ya rasteqîn a dîrokê tê dîtin. Ev împaratorî ji Misrê digihêje Hindistanê û Balkanan û bandorê li rêjeya ji sedî 40'î ya nifûsa cîhanê dike. Împaratorî ku bi paytextên weke Persepolîsê gihîşt asta herî bilind, di sala 330'î ya Beriya Zayinê de ji aliyê Îskender ê Mezin ve hate hilweşandin û bi vî rengî çanda Helenîstîk belav bû.

Dema Parthan (Beriya Zayînê 247-Piştî Zayinê 224) û Sasanî (Piştî Zayinê 224-651) nasnameya neteweyî ya Îranê jinûve ava dike. Dema Sasanî weke serdema zêrîn a Zerduştiyê tê qebûlkirin û bi Roma-Bîzansê re şerê demdirêj diqewime. Lê belê di salên navbera 636-651 Piştî Zayinê de bi fethên Ereb ên Misilman re pêvajoya Îslambûnê destpê dike û Zerduştî ji Îslamê re dihêle. Ev veguherîna dîrokî bandoreke mezin li avaniya olî û çandî ya paşerojê ya Îranê dike.

Dema Îslamê piştî Emewî û Abbasiyan bi avabûna xanedanên xwecihî yên li Îranê re (Tahîrî, Saffarî, Samanî) ava dibe. Di sedsala 11'an de serweriya Selçûkiyan tê dîtin. Piştre bi dagirkeriya Mogolan a di sedsala 13'an de serdema Îlhaniyan û piştre jî Tîmûriyan destpê dike. Dema Safewiyan (1501-1736) jî piştî ku Şah Îsmaîl Îslam a Şîa weke ola fermî qebûl kir Îran ji aliyê nûjeniyê ve jinûve dike yek û hîmê nasnameya neteweyî ya Îranê ya niha datîne.

Di dema xanedanên Afşar û Kaçar (1736-1925) de bi fîgurên weke Nadîr Şah re ji bo demeke kurt bilind dibe. Di vê demê de bi Împaratoriya Osmanî û Rûsyayê re şer diqewime. Dema Pehlewî (1925-1979) piştî Riza Şah Pehlewî monarşî modern kir, destpê kir. Bi reformên 'Şoreşa Spî' ya Mûhammed Riza Şah re welat xurt dibe û hatineyên petrolê Îranê ji aliyê aborî ve bilind dike.

Lê belê ev rêwîtiya dîrokî ya dirêj di sala 1979'an de bi Şoreşa Îslamê bi dawî bû. Ev guherîn polîtîkaya navxweyî ya welêt û têkiliyên derve bi rengekî bingehînî jinûve ava kir û avaniya siyasî ya Îran a heyî danî.

Bi Şoreşa Îslamê ya 1979'an a bi lîderiya Ayetûllah Xamaney re monarşî hilweşiya û Komara Îslamê ya Îranê ava bû; rêveberiya teokratîk destpê kir. Dîrokê xwe dubare kir. Krîza aboriyê û hêrsa gel a beriya Şoreşa 1979'an rejîm hilweşandibû. Îro jî rewşeke bi heman rengî heye. Rejîm li ser piyan jî be bingeha wê ya rewatiyê hilweşiya ye, lîderiya xwe ji dest daye, veguheriye enqazekî aboriyê, bernameya wê ya nukleerê jî bi rengekî cidî zerar dîtiye.

SERHILDANA JIN JIYAN AZADÎ

Piştî ku Jîna Emînî di 16'ê Îlona 2022'an de li Tehranê ji aliyê polîsên exlaqê ve bi hinceta "serê xwe bi rengekî guncaw nenixumandiye" hate binçavkirin û bi êşkenceya giran hate qetilkirin, agirê raperîneke şoreşgerî gur bû ku li Rojhilatê Kurdistanê destpê kir û li seranserê Îranê belav bû.

Dirûşma têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd "Jin Jiyan Azadî" li dijî rejîma zordar, mêtinger û patriyarkal a Îranê bi pêşengiya jinan veguherî dirûşmeke serhildaneke girseyî.

Di merasîma cenaze ya Jîna a li Seqizê de jinan destmala li serê xwe şewitandin û dirûşma "Jin Jiyan Azadî" qîriyan. Çalakiyên şermezarkirinê bi lez li Tehran, Zahedan, Mahabad, Sine û bajarên din belav bûn.

Tundiya herî giran a rejîmê li herêmên Kurdan û Belûcan belav bû. Li Zahadanê di "În a bi Xwîn" de bi sedan kes hatin kuştin.

Di çalakiyên 2022-2023'an de bi hezaran kes ji aliyê polîsên rejîmê ve hatin kuştin; zêdeyî 25 hezar kes hatin girtin, bi hezaran kes jî hatin darvekirin.

Çalakiyên şermezarkirinê ne tenê li Îranê man; li gelek deverên cîhanê veguherîn xwepêşandanên li dijî Îranê.

ÇALAKIYÊN ŞERMEZARKIRINÊ YÊN BI KRÎZA ABORIYÊ RE DESTPÊ KIRIN

Dawiya sala 2025'an û destpêka sal 2026'an bû demeke welê ku ji bo Komara Îslamê ya Îranê krîzên hundir û derve yên herî giran li ser hev hatin. Mijara esasî ya ku bû çirûska destpêkê hilweşîna aboriyê bû. Qîmetê Riyal daket asta herî nizm, enflasyon ji sedî 40 heta 50'î derbas kir, buhayê xurekê bi rêjeya ji sedî 60-70 zêde bû, kêmaniya av û enerjiyê, bêkarî û xizaniyê gel herikand qadan. Çalakiyên şermezarkirinê 28'ê Kanûna 2025'an li Sûka Mezin a Tehranê bi greva dikandaran destpê kir.

Di demeke kurt de li Tehran, Şîraz, Îsfahan, Hamedan, Kirmaşan, Reşt û 31 eyaletên din belav bûn.

Daxwazên aboriyê yên destpêkê bi lez veguherîn dijberiya li rejîmê. Di çalakiyên şermezarkirinê de dirûşmên "Bimire dîktator", "Xamaney îstifa", "Bila Komara Îslamê biqede", "Jin Jiyan Azadî" hatin qîrîn.

Li hin herêman bi taybetî jî li bajarên rojava û Kurdan, şerê çekdarî qewimî; xwepêşandêrn li hemberî hêzên rejîmê li ber xwe dan.

Di Çileya 2026'an de çalakî gihîştin asta herî bilind. Li gorî çavkaniyên serbixwe ji 3 heta 12 hezar kes hatin kuştin, bi deh hezaran kes hatin girtin. Di vê demê de înternet û rêyên ragihandinê bi temamî hatin girtin; pêkanînên weke rewşa awarte ketin dewrê.

Îranê bi milîsên Besîc û IRGC'ê ber bi rojên navîn ên meha Çileyê re pêla bingehîn tepisand; lê belê "agir ji nava xweliya xwe ji nû ve geş bû". Dawiya meha Sibatê û destpêka meha Adarê çalakî, grev û çalakiyên şermezarkirinê dewam kirin.

ÊRIŞÊN ÎSRAÎL-DEWLETÊN YEKBÛYÎ YÊN EMERÎKAYÊ DESTPÊ KIRIN

Operasyona hewayî ya mezin a koordîneyî ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Îsraîlê ku 28'ê Sibatê hate destpêkirin bi navê Lion's Roar û Epic Fury'ê têne bilêvkirin.

Di êrişan de navendên nukleerê yên weke Navenda Dewlemendkirina Sotemeniyê ya Natanzê, Navenda Dewlemendkirina Sotemeniyê ya Fordowê hatin bombekirin. Îsfahanê jî xisareke mezin dît. Bi vê yekê re bernameya nukleerê ya Îranê bi salek, du salan li paş ma. Baregehên IRGC, navendên hilberîna fuzeyan û qedemeya fermandariya payebilind bûn hedef.

SÎNYALA LIHEVKIRINÊ NÎNE

Bûyera herî balkêş a vê demê jiholêrakirina fîgurê herî girîng ê serkêşê Îranê bû: Alî Xamaney hate kuştin (28'ê Sibata 2026).

Bersiva Îranê ya li êrişan dereng neket: Bi navê "Soza Rasteqîn IV" operasyona bi fuzeyên balîstîk û balafirên bêmirov da destpêkirin. Hedefên Îsraîl, baregehên DYE'yê û hin hedefên li Kendavê hatin bombekirin. IRGC'ê ragihand ku kontrola Tengava Hurmuzê bi temamî bi wan re ye, diyar kir ku keştiyên hewl bidin ji tengavê derbas bibin wê ji bo wan bibin hedef.

Ji bo rêveberiya demkî ya piştî Xamaney Mucteba Xamaney (kur) û konseyek a bi giranî ji IRGC'ê pêk tê, ketin dewrê. Rêveberiya Îranê ber bi xeteke "hîn tund" ve çû û sînyala lihevkirinê neda.

ÎRAN BI GIRANÎ BIRÎNDAR BÛYE

Îran hîn li ser piyan jî be bi giranî birîndar bûye. IRGC û milîsên dilsoz kontrolê pêk tînin; lê belê piraniya gegl rejîmê weke dijmin dibîne.

Li herêmên Rojhilatê Kurdistanê û hin bajarên Azerî û Belûcan koalîsyonên cihêkar-antî-rejîm xurt dibin. Di senaryoyeke hilweşînê ya gengaz de qala çareseriya federal an jî parçebûnê tê kirin.

Di dîplomasiyê de jî li ser qenalên Ûmman û Cenevreyê hevdîtinên DYE-Îranê hatin kirin, lê belê bê encam man. DYE dibêje, "Hemû materyalên nukleerê teslîm bike, navendan hilweşîne", Îran jî vê red dike.

Beşek ji gel êrişê weke "rizgarkirina rejîmê" dinirxîne; hinek jî xwedî hêviya "rizgariyê" ye. Li qadan xwepêşandanên hem alîgirên rejîmê hem jî dijberên rejîmê dewam dikin.

Hefte yan jî mehên bê wê diyarker bin. Ya IRGC wê bi paqijiya navxweyî û rêveberiya tund xwe komî ser hev bike, yan jî bi teqîneke nû ya navxweyî yan jî bi zexta derve wê rejîm bê guhertin.

Rîska şerê herêmî gelekî bilind e. Dibe ku şer li ser bazara petrolê, pêla koçberiyê û hêzên wekîl (Hîzbûllah, Hûsî û hwd.) belav bibe.